Dêwulan | Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyekî kurdî birî

Dêwulan | Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyekî kurdî birî

PeyamaKurd – Azad Ebasî çalakvanê sivîl, mamosteyê xwebexş ê zimanê kurdî û Serokê Desteya Birêveberiya Saziya Sivîl a “Nûjîn”ê, birine girtîgeha navendî ya Qurweyê ku 2 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Azad Ebasî di meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ya bûyerên Jîna Emîniyê de jî hatibû girtin û 6 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn.

Rapora ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê dibêje; “Roja pêncşema 31ê cotmeha 2024an, Azad Ebasiyê çalakvanê sivîl û xelkê Dêwulanê, ji mamosteyên xwebexş ê zimanê Kurdî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a Nûjînê piştî gazî kirin navenda Birêvebirina Cezeyan a Qurwê, hatiye girtin û ji bo 2 salan di girtîgehê de bimîne, neqlî girtîgeha navendî ya Qurwê hatiye kirin.”

Ew di meha sibata 2024an de, ji aliyê şaxê 102yan a Dadgeha Keyferiyê ya 2a Dêwulanê ve bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” bi salek cezeyê girtîgehê û bi tohmeta “bêrêziya rêberê Komara Îslamî ya Îranê” jî mehkûmî 2 sal cezeyê girtîgehê bûbû.

Azad Ebasî di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û cara dawî di 18ê Îlona 2023an de û hevdem digel salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû girtin.

Heman rapor bi bîr dixe: "Hêjayî gotinê ye ku Azad Ebasî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî digel birayê xwe yê bi navê Sîrûs Ebasî hatibûne binçavkirin û piştî 3 mehan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibûne berdan. Ew di dawiyê de ji aliyê şaxê 2yem ê Dadgeha Keyferiyê ya Dêwulanê mehkûmî 6 sal û 4 meh girtîgehê hatibû bûbû."

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin