PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand ku li ser fermana Serok Mesûd Barzanî, karwanekî mezin ê alîkariyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketiye.
Mûsa Ehmed di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku ev karwan ji 67 kamyonan pêk tê û alîkariyên ji 22 kategoriyên cuda yên pêdiviyên bingehîn li xwe digire.
Mûsa Ehmed diyar kir ku ev pêngav beşek e ji hewildanên wan ên ji bo avakirina pireke mirovî di navbera gelê Rojava û rêxistinên navneteweyî de.
Her wiha hat ragihandin ku tîmeke pispor a ji 150 kesan (di warê tenduristî û lojîstîkê de) li gel karwanê ne. Ehmed tekez kir ku ev tenê destpêk e û heta ku rewş li Rojava asayî bibe, şandina alîkariyên wan dê bi berdewamî û bi asteke berfireh ajot bike.