PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Andırınê li gundê Yeşilyurtê kesê bi navê Faruk Seringeç çû ava goleta Bendava Kesik da masiyan bigre. Lê piştî demekî hevalên wî dîtin ku Seringeç li ciyê xwe nîne û lê geriyan.
Li ser wendabûna Faruk Seringeç, hevalên wî xeberê dan tîmên cendirmeyan. Cendirme, AFAD, îtfaiye û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên noqavê yên îtfaiyê seetekî lê geriyan û paşî cesedê Seringeç dîtin.
Piştî kontrola cesed kirin, ew birin morga nexweşxanê da otopsiya wî bikin.