Xortê ku masî digirt ket ava Saxê û fetisî

Xortê ku masî digirt ket ava Saxê û fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Şaxê (Çatak) seet di 17.30an de li taxa Adnan Menderêsê xortê bi navê Muttalip Şipal (29) ji bo masiyan bigre çû Çemê Şaxê.

Şipal, piştî tora xwe avêt nav avê da masiyan bigre li torê eliqî û ket nava avê. Şipal ket ber pêlên avê û bi avê de çû. Kesên bûyerê dîtin li 112an geriyan û tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê û piştî demekî cesedê Muttalip Şipal ji avê derxistin.

Cesedê Şipal birin nexweşxana dewletê lê Şipal can dabû. Şipal zewicandî û xwediyê 2 zarokaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin