Di encama qezayekê de 11 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn

Di encama qezayekê de 11 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd Li parêzgeha Babilê ya Iraqê du otomobîl li hev qewimîn û di encamê de 11 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê, 16ê Nîsanê roja Şemiyê da zanîn, li parêzgeha Babilê, li ser rêya Bexda-Hileyê li navçeya Tûnisê du otomobîl li hev qelibîne û di encamê de 11 kesan can dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê eşkere kir, yek ji otomobîlên qezakirî li ser parêzgeha Kerbelayê, bi reqema 6525 û otomobîla din a bi reqema 519474 jî li ser Hewlêrê qeyd kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê destnîşan kir, qeza ji ber lêza zêde û bê hayadarbûna şifêran rû daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin