Di encama teqîna bombeyekê de cotkarekî Kurd birîndar bû

Di encama teqîna bombeyekê de cotkarekî Kurd birîndar bû

PeyamaKurd – Li devera Qeretepe ya Xaneqînê, di encama teqîna bombeyekê de, cotkarekî Kurd birîndar bû.

Li gor berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye, do êvarê li gundê Bekrî, li deşta Uzêm li nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, bombeyek bi traktora cotkarekî de teqiya.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê teqînê de cotkar birîndar bû û traktora wî jî ziyan dît.

Efserê polîs destnîşan kir, terorîst bi şev firsendê dibînin û li ser rêya cotkaran bombeyan datînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin