Di protestoyên Kermanşahê de hêzên Îranê Kurdekî kuştin

Dîroka Weşanê :
Di protestoyên Kermanşahê de hêzên Îranê Kurdekî kuştin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê li dijî dewletê bi sedema kêmketina bihayê perê Îranê û bihabûna jiyana rojane çalakî dewam dikin.

Yek ji wan jî li bajarê Kermanşahê li navça Harsînê di wexta çalakiyan de hêzên asayîşa Îrana Îslamî rast e rast bi sîlihê li Kurdê bi navê Ali Azizi Caferabadi xist û ew kuşt.

Li gor ragihandina Hengawê; Caferabadî ji gundê Hezarxaniye û li navça Harsînê bineciye. Di wexta çalakiyan de, hêzên dewletê rats e rast bi çekê lê xist û ew kiuştin.

Hat ragihandin ku ji bilî Ali Azizi Caferabadî çend Kurdên din jî di çalakiyan de birîndar bûne.