Di qezayê de 1 mir û 7 kes birîndar bûn

Di qezayê de 1 mir û 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li ser rêya navçeyên Hênê û Licê li devera Sergenê motorsîkleta bi selik ku tê de 6 kes hebûn, ket binê kamyonetê û agir bi motorsîkletê ket. Di encamê de kesekî şewitî û mir, 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û Îtfaiyê çûn ciyê qezayê lê yek ji wan şewitîbû û miribû. Îtfaiye agir vemirand. 7 birîndarên din birin nexweşxanê û cesedê kesê mirî birin morga nexweşxanê. Navên kesên di qezayê de bûn nehatin zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin