Diyarbekir | Dezenfektana sexte serê midur xwar!

Diyarbekir | Dezenfektana sexte serê midur xwar!

PeyamaKurd - Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku parêzgarê bajarê Hasan Basrî Guzeloglu wekî qeyûm li ser hatiye danîn, dezenfektana sexte bo pêşîgirtina vîrusa koronayê li bajarê belav kir.

Kompaniya dezenfektanê li ser teqlîtkirina berhemên xwe giliyê şaredariyê li serdozgeriyê kir û ew gilî hat qebûl kirin.

Piştî hewldana kompaniyê û eşkerebûna belavkirina dezenfektana sexte, parêzgar û qeyûmê şaredariya Diyarbekirê, Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Mustafa Korkutan ji karê wî dûr xist.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin