PeyamaKurd - Tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê Mexmûrê zêde bûye, berpirsekî herêmê dibêje, eger mebesta DAIŞê hebe dikare pêş bikeve û bajaran jî dagir bike, lê Pêşmerge amadekariyan dike ji bo jinavbirina wan terorîstan. Fermandarekî Pêşmerge li Mexmûrê jî eşkere dike ku ewê operasyonekê li dijî DAIŞê li derdora Mexmûrê li dar bixin.
Piştî vekişyana Pêşmerge ji Mexmûrê, DAIŞ vegeriyaye sînorê Mexmûrê û li wir bi eşkere terorîstên wan tên dîtin.
Derbarê wê yekê de, Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ji malpera PDKê re ragihand: “Heşda Şebî û hêzên Iraqê li hemberî tevgera terorîstan li wê navçeyê ditirsin ji ber ku hejmara wan mezin e. DAIŞ metirsî li ser Mexmûrê çêkiriye û hêzên Iraqê newêrin nêzîkî wan bibin. Eger DAIŞ bixwaze dikare bi hêsanî navçeyekê mîna Baqirt dagîr bike, ji ber ku hêzên Iraqê tenê li nava bajaran e û wan navçeyan naparêz in.”
Herwiha Fermandarê Pêşmerge li Mexmûrê Ziyab Zubêr jî ragihand: “Hejmareke berçav ji çekdarên DAIŞê li gundên derdora Mexmûrê û li ser çiyayê Qereçox tên dîtin û gundên Ereban li wir alîkariya wan dikin. Heşda Şeibî û hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin, lewma jî paşmaweyên DAIŞê li wî sînorî mane û xwe kom dikin.”
Li gorî zanyariyan plan heye ku operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞiyên sînorê Çiyayê Qereçox birêve biçe. Derbarê wê operasyonê jî Kirmanc Ebdulah dibêje: “Hevahengî heye di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo lêdana DAIŞê li wê navçeyê û beriya cejnê jî şandek ji Herêma Kurdistanê û Amerîka ji bo kontrolkirina wê navçeyê serdana Mexmûrê kirin lê heta niha nexuya ye ku ew operasyona dê kengî birêve biçe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin