PeyamaKurd – Wezîrê Derve yî Îranê Cewad Zerîf got, qet nayê fikirîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bicivin.
Zerîf ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, ew ji bo hevdîtina Trump û Rûhanî amadekariyan dikin.
Zerîf got, “Min li serdana bajarê Biarritzê gotibû ku heta ku Amerîka li Peymana Nukleerî venegere nayê fikirîn ku Trump û Rûhanî hevdîtinekê bikin.”
Wezîrê Îranê herwiha got ku rêveberiya Washingtonê peymanên hatine girêdan binpê dike û niha tişta bê kirin cîbicîkirina peymana nukleerî ye ku ji Amerîkayê hîn wan ti îşaretek nedîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin