Gelo Pompeo bi Kim Jong-un re hevdîtinê kir an na!

Gelo Pompeo bi Kim Jong-un re hevdîtinê kir an na!

PeyamaKurd- Hat raghandin ku wezîrê karê derve yê Amerîka Mike Pompeo di serê vê mehê de çûye Kore ya Bakûr û bi serokê Koreyê, bi Kim Jong-un re hevdîtinekî kiriye.

Piştî ku serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ji Amerîkayê, ji rêvebirên payebilind hinek kes çûne bi serokê Koreyê re axifîne, rojanama Washington Postê, navê wî kesê ku çûye Pyongyangê bo raya giştî ragihand.

Rojname dibêje ku hêj Pompeo serokê CIAyê bû, çûye Kore û li ser navê Trump di serê nîsanê de, di roja yekşema ewilî de, di tatîla Paskalya de hevdîtinan kiriye. Hefteya borî di komita karê derve yê sanatoya Amerîka de Pompeo îfade daye ku ew piştgiriya guhertina rejîma Koreyê nake.

Pompeo xweşbîne ku her dû welat dikarin werin cem hev û mijarên xwe çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin