PeyamaKurd – Qatilê ku tevahiya endamên malbateke ji Rojavayê Kurdistanê kuştibû bi cezayê îdamê hat mehkumkirin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Parêzer Birzo Seîd ragihand ku îro dadgeha Hewlêrê fermana mirinê bi ser wî kesî de sepand ku payîza îsal tevahiya endamên malbateke kurd ya ji Rojavayê Kurdistanê kuştibû.
Birzo Seîd got, di nav 10 rojan de mafê tohmetbar heye bertekê nîşanî biryara dadgehê bide, paşê ew ferman dê biçe ber destê Serokê Herêma Kurdistanê û her gava wî îmze kir ferman dê bicih were.
Roja 2yê Cotmeha 2019an, zilamekî bi navê Ferîdûn Kerîm Remezan li gundê Pîrereş yê Hewlêrê tevahiya endamên malbateke ji Rojavayê Kurdistanê bi sedema deynan komkuj kiribû û paşê ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin û li sûcê xwe mukir hatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin