Doza Rojin Kabaîsê: Rapora Nû ya ATKyê Derî li Pêvajoyeke Nû Vedike

Dîroka Weşanê :
Doza Rojin Kabaîsê: Rapora Nû ya ATKyê Derî li Pêvajoyeke Nû Vedike

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna li ser mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojin Kabaiş de, Saziya Tiba Edlî (ATK) raporeke nû pêşkêş kir û piştrast kir ku di nimûneyên DNAyê yên li ser cenazeyê wê hatibûn dîtin de tu gemarîbûn (kontamînasyon) çênebûye. Ev pêşhat weke gaveke giring di ronîkirina bûyerê de tê dîtin.

Li gorî rapora nû, ku li ser daxwaza Baroyên Wan û Diyarbekirê, parêzerên malbatê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyê hatiye amadekirin, îhtîmala gemarîbûnê ku di rapora yekem de weke gumanekê hatibû destnîşankirin, bi temamî ji holê hatiye rakirin.

Ji bo ku piştrast bibe, ATKyê nimûneyên DNAyê ji 134 kesan girtiye. Di nav van kesan de, kesên ku di dema otopsiyê de amade bûn, yên ku cenaze dîtin, yên ku cenaze veguhestin nexweşxaneyê û hevalên Rojin Kabaiş ên li zanîngehê û derdorê hebûn.

Di encama berawirdkirinê de, hat dîtin ku du nimûneyên DNAyê yên li ser laşê Kabaişê hatine tespîtkirin, bi DNAya van 134 kesan re li hev nakin. Ev yek îspat dike ku ev şopên DNAyê ne ji ber gemarîbûna di dema proseya piştî mirinê de çêbûne.

Bi vê rapora nû re, êdî dozgerî dê dest bi berawirdkirina DNAyên ku hatine dîtin bi yên kesên gumanbar re bike. Ev gav weke xaleke werçerxê di dozê de tê dîtin. Li aliyê din, pisporên hiqûqê amaje dikin ku ji bo çareserkirina dozê, delîla herî krîtîk dê agahiyên ku ji telefona desta ya Rojin Kabaiş werin bidestxistin bin.