PeyamaKurd- Heya niha hukumeta Kurdistanê ya başûr ew geştiyarên ku ji Îranê diçûn herêma Kurdistanê, ji wan bacê digirt. Ev mijar berê di navbera her dû dewletan de hatibû gotûbêjkirin. Li ser mijarê berpirsê ragihandinê Dêrsim Tehsîn bo BasNewsê weha ragihandiye:
“Hukumeta Kurdistanê îro me agahdar kir ku ji niha û pê de di temamê deriyên sînor yên navbera Îran û Kurdistanê de, wê ji geştiyaran pere neyê sitendin.”
Sînorê navbera Îran û Kurdistanê esas sînorê navbera du perçe Kurdistanê ye; yê Kurdên rojhilat û başûr.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin