Du otomobîl serserkî li hev qelibîn: 3 mirî, 6 birîndar

Du otomobîl serserkî li hev qelibîn: 3 mirî, 6 birîndar

PeyamaKurd - Li ser otorêya Diyarbekir û Çewligê di encama rûdaneke trafîkê de 3 kesan can da, 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku qezaya navborî îro nava rojê li ser otorêya Diyarbekir û Çewligê di encama li hev qelibîna du otomobîlan de rû daye û herdu otomobîl jî serserkî li hev qelibîne.

Hat zanîn ku tîmên hawarçûnê û ambulans gihîştine cihê bûyerê. 3 kesên di qezayê de can dane û 6 birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Hîn nasnameyên qurbaniyên qezayê nehatine diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin