PeyamaKurd - PEN a Kurd a Navneteweyî, kongreya xwe ya 10’emîn li bajarê Oldenburg ê Almanyayê pêk anî. Di kongreyê de Samî Tan û Aslihan Yildirim weke hevserokên PEN a Kurd a Navneteweyî hatin hilbijartin
10emîn Kongreya PEN a Kurd a Navneteweyî bi tevlêbûna sed rewşenbîr û nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, li bajarê Oldenburg ê Almanyayê hate lidarxistin. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku ji her demê bêhtir, îro pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye.
Di roja destpêkê ya kongreyê de mêvanan hev nas kirin û pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn de jî karê PEN a Kurd a Navneteweyî hate nirxandin. Ji bo ku du xalên rêziknameyê ya PEN a Kurd bên guherandin, nîqaş hatin meşandin û pêşniyar hate kirin. Di vê çarçoveyê de hejmara endamên rêveberiya PEN a Kurd bû 15 kes. Ji wan 9 jê esîl, dê 6 jî cihgir bin. Piştî civîna rêveberiyê ji bo hevserokatiya PEN a Kurd Samî Tan û Aslihan Yildirim hatin hilbijartin.
PERGALA HEVSEROKTIYÊ
Bi guhertina xala duyemîn re biryar hate wergirtin ku sîstema hevserokatiyê bi du serdeman bê bisînorkirin. Bi navbera serdemekê re heman kes careke din dikarin bên hilbijartin. Kongre dê sê salan carekê bê lidarxistin. Di kongreyê de Berîvan Dostkî û Şerzad Hesen jî weke serokên rûmetê yên PEN a Kurd hatin hilbijartin.
PLANSAZIYA DEMÊN PÊŞ
Di beşên din ên kongreyê de plansazî hate amadekirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate wergirtin ku li qada ziman û wêjeyê bi mûxatabên navneteweyî re têkilî bê danîn. Plansaziya din jî wiha ye:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin