PeyamaKurd - Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Tel'et derbarê rewşa Şingalê de daxuyanî dan û got, erkê hikûmeta Iraqê ye Şingalê ji komên çekdar paqij bike, ji bo ku rêkeftina Şingalê were bicihkirin.
Ebdulxaliq Tel'et got: “Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê naxwazin şer li navçeyê hebe, ew ligel seqamgîriyê ne, lewra rewş aloz e, li aliyekî DAIŞ heye, li aliyê din artêşa Tirkiyê ji ber şerê PKKê hêz anîne sînoran, dibe ku mebest ew hêzên çekdar ên li Şingalê ne. Heger mebesta wan ew be ku şer û alozîyê dirust bikin, ev jî rewşê aloztir dike.”
Tel’et destnîşan kir, “Divê PKK ji navçeyê derkeve û xelk vegere, da ku rêkeftin bikeve warê cîbicîkirinê û xizmetguzarî pêşkêşî xelkê deverê werin kirin.”
Ebdulxaliq Tel'et herwiha di daxuyaniya xwe ya bo K24ê de gotiye: “Ji ber vê rewşa ku li Şingalê heye, heta niha nekarîne ti xaleke rêkeftinê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bicih bikin. Sedema sereke jî komên çekdar in ku li Şingalê ne, bi taybetî PKK, heta rê li ber xelkê digirin ku vegerin devera xwe.”
Herwiha Tel'et da zanîn: “Hêzeke mezin a artêşa Iraqê ji bo Şingalê hatiye şandin û alozî û tevlihevî li navçeyê dirust bûye, li gor rêkeftinê, erkê hikûmeta Iraqê ye ku bi aştî yan bi hêz, komên çekdar ji Şingalê derxîne, divê danûstandin dest pê bike û ew kom navçeyê vala bikin, eger ev neyê kirin, rewş dê aloztir bibe û wê encamên nebaş derkevin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin