PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji destpêka meha Cotmehê ve 8 kes ji 2 gundên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin ku piştî demekê 6 ji wan bi dayîna fîdyeyê hatine berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye koma çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî ji roja 2ê vê mehê ve 3 ciwan ji gundê Maratê revandin ku navê wan; Ednan Cincî 23 salî, Mistefa Ebdilrehman Xelîl 24 salî û Besam Ebdo Qilêçê 17 salî ne.
Rêxistinê diyar kir ku çekdaran piştî çend rojan ciwanê bi navê Besam Ebdo Qilêç 17 salî berdan û du kesên din hîna çarenivîsa wan ne diyar e.
Herwiha 5 kesên din jî li bajarokê Mabeta ji aliyê Polîsê Leşkerî ve hatin revandin û pişt ji her kesekî 600 Lîreyên Tirkî hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin