PeyamaKurd – Li gorî amarên Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di vê serdema dawî de ji sedî 20 zêde bûye.
Hevserokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) Zulkuf Guneş daye zanîn, her çiqas hejmara xwendekarên ku îsal dersa Kurdî hilbijartine hîn tam eşkere nebûye jî li gorî çavdêriya wan hejmara xwendekarên kurdî hilbijartine ji sedî 20 zêde bûye.
Zulkuf Guneş herwiha gotiye, mamosteyên zimanê Kurdî nayên tayînkirin û diyar kiriye: “Ji 2012an ve û heta niha li seranserê Tirkiyê 120 mamosteyên zimanê Kurdî hatine tayînkirin. Lê beşek ji van mamosteyan ji ber polên Kurdî nehatine vekirin ji neçarî derbasî beşên din bûne. Ligel ku salên destpêkê hejmara mamosteyan zêde bû jî di van salên dawî de tenê yek yan du mamoste têne tayînkirin.”
Hêjayî gotinê ye, îsa xemxwir û dilwxwazên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ligel saziyên sivîl ên wekî HEZKURD û Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersên Kurdî yên zaravayên Kurmancî/Zazakî bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dabûn destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de her çiqas bi qasî tê xwestin nebe jî bi hezaran malbatan ji bo zarokên xwe dersên kurdî hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin