Agirbesta Yemenê di xeterê de ye

Agirbesta Yemenê di xeterê de ye

PeyamaKurd – Agirbesta Yemenê ya piştî 6 salan ku ji 2yê Nîsanê ve bo du mehan di navbera Hûsiyên bi ser Îranê ve û hikûmeta Yemenê hatibû ragihandin, di xeterê de ye û îhtimala ji nû ve destpêkirina pevçûnan zêde bûye.

Ajansa SABA ya Hûsiyan ragihandiye ku Konseya Bilind a Siyasî ya Hûsiyan civînek saz kiriye û diyar kiriye, Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, niyeta wê nîne aştiyê bîne Yemenê û hîn delîlên lihevkirinê bi hikûmeta Yemenê re çênebûne.

Herwiha hatiye ragihandin ku Hûsî di helwesta xwe de rijd in.

Li aliyê din Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê yê Yemenê Hans Grundberg doh 9ê Nîsanê li ser agirbesta li Yemenê gotiye, erka berpirsyariyê dikeve ser milê heman aliyan ku wê şêwir heta dawiya Gulanê dewam bike da ku diyalogên siyasî bi ser bikevin û agirbest pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin