Li Xarpêtê di qeza minibusê de 7 kes birîndar bûn

Li Xarpêtê di qeza minibusê de 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li b ajarê Xarpêtê di qeza minibus û ereba bazirganî li hev ketin de 7 kes birîndar bûn. Minibusa ku R.D. dajot li ser rêya navça Kebanê li gundê Cipê bi ereba tîcarî ya ku B.K. dajot re li hev ketin.

Minibus li kenarê rê li tabela benzînxanê xist û sekinî. Li ser qezayê, tîmên tendursitiyê, cendirme û Îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.