Li navça Baskil a bajarê Xarpêtê qeza: Kesekî mir û 2 kes birîndar bûn

Li navça Baskil a bajarê Xarpêtê qeza: Kesekî mir û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Baskîlê ya bi ser bajarê Xarpêtê (Elazığ) ereba bazirganî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de kesekî mir û 2 kes birîndar bûn.

Nasnama mirî û birîndaran nehat ragihandin lê qeza li devera gundê Gola an ku Golan (Beşbölük) çêbû. Li ser qezayê tîmên 112an û cendirmeyan çûn ciyê qezayê.

Birîndaran birin nexweşxanên der û dorê lê birîndar H.A.K. (74) wefat kir.