PeyamaKurd – Ji ber dûmana sobê, li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, Hatîce û Bereket Atay ên hevjînê hev, can dan û 3 zarokên wan rakirin nexweşxanê.
Li kolana 1508'an a Taxa Cûmhûriyetê ya Êlihê, Bereket Atay (40) û Hatîce Atay (35) ên hevjînê hev, ji ber dûmana sobê fetisîn. Li ser agahîdayînê, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê piştî kontrolkirina Bereket û Hatîce dan zanîn, her duyan ji ber dûmana sobê can dane.
Herwiha tîmên tenduristiyê, 3 zarokên malbatê yên ji dûman bi bandor bibûn jî rakirin nexweşxanê û cenazeyê hevjînên hev Bereket û Hatîce, birin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Êlihê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin