PeyamaKurd – Endamekî Parlamentoya Kurdistanê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir, di civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hevfêmkirineke baş li ser destpêkirina civîna parlamentoyê hebû, da ku bi vê rêyê komîsyon were çalakkirin.
Li gor Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê li Fraksiyona PDKê Çiya Hemîd Şerîf daye zanîn, di civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û fraksiyonan de li ser xalan rêkeftin hat kirin, yek ji wan xalan; destpêkirina civînên parlamentoyê ji roja 2yê Hezîrana 2022yan ve ye.
Herwiha Çiya Hemîd Şerîf destnîşan kiriye, yek ji wan kêşeyên hatine ber encamdana hilbijartinan di dema xwe de, biserçûna dema Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê yekê divê komîsyona nû were çalakkirin, heta niha li ser vê yekê rêkeftin nehatiye kirin.
Di berdewamiyê de Şerîf diyar kiriye, aliyên siyasî daxwaz dikin ku sîstema yek bazneyî bo çar bazneyan biguhere, PDK di wê baweriyê de ye ku bazne her çawa bin, wê serkeftinê bi dest bixe.
Herî dawî eşkere kiriye, beşek ji aliyên siyasî hewl didin hilbijartin bo salek an du salan were paşxistin, PDK jî daxwaz dike ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin