ENKS bi rayedarên Alman re civiya: Herêma Ewle gaveke erênî ye

ENKS bi rayedarên Alman re civiya: Herêma Ewle gaveke erênî ye

PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro li Almanyayê li ser mijara herêma ewle û mafên Kurdan li Sûriyê, bi berpirsên Wezareta Derve ya Almanyayê re civiya.

Endamê şanda ENKSê Silêman Oso li Berlînê ji K24ê li ser naveroka got, ew bi berpirsên dosya Sûriya di Wezareta Derve ya Almanyayê re civiyane û di civînê de jî şanda ENKSê nerîna xwe ya li ser herêma ewle ji Wezareta Derve ya Almanyayê re ragihand.

Oso diyar kir, berpirsên Almanî bi erênî li avakirina herêma ewle dinêrin, ji ber ku ew yek dê metirsiya rûdana şerekî li Rojhilatê Firatê û dubarekirina senaryoya Efrînê dûr bixe.

Oso da xuyakirin, di aliyekî din ê civînê de pirsa komîta destûra Sûriyê hatiye guftûgokirin û şanda ENKSê daxwaza piştevaniya Almanyayê ji bo mafê gelê Kurd li Sûriyê û hevkariyên mirovî ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re kir.

Endamê şanda ENKSê li ser destpêşxeriya Fransî ya nêzîkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir, Wezareta Derve ya Almanyayê pêşwazî li destpêxeriyê kir û şanda ENKSê got, “Heger PYD hevpariyeke rasteqîne qebûl bike û pê pabend bibe, ew amade ne. Lê PYDê heta niha amadehiya xwe nîşan nedaye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin