PeyamaKurd – Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu ji Rojnameya 24saatê re axivî û got, “Paradîgmaya nû nadişibe pêvajoya çareseriyê ya berê, lê di vê rêyê de teqez dê ev ezmûn li ber çavan bên girtin.”
Ensarîoglû diyar kir ku ev mijar ji nêz ve bi geşedanên li Sûriyeyê re têkildar e û got, “Pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin in. Ji bo metirsiyên mihtemel bandoreke neyînî li Tirkiyeyê nekin, divê beriya her tiştî di nava xwe de hawîrdoreke aştiyê ava bikin."
Ensarioğlu da zanîn ku ew hêvî dikin ku ev pêvajoya nû ya çareseriyê heta dawiya sibatê pêk were, wî got: “Ger geşedanên neyînî çênebin difikirim ku PKK dê di Newrozê de çekan deyîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin