Îranê nota da Fransayê

Îranê nota da Fransayê

PeyamaKurd – Bi sedema kovara Fransayê ya bi navê Charlie Hebdo di derbarê Ayetullah Ali Hamaney de karîkaturên ku tê de li serokê olî yê Îranê heqaret kiriye, nota da Fransayê. Wezareta karên derve ya Îranê bi nivîskî ragihand ku wezaretê bangî serkonsulê Fransayê yê Tehranê Nicolas Roche kiriye û di sedemê de gotiye:

“Tevegerên ku heqaretê li meqam û muqedesatên olî û netewî yên Îranê kiriye, wî dawet kirine wezaretê.”

Berdevkê wezaretê Nasir Kenanî ragihandiye ku ew heqaret nayên qebûlkirin û Fransa nikare bi bahaneya zadiye xweîfadekirinê heqaretê li muqedesatê welatekî Misilman bike. Wezaret ragihandiye ku mafê dayîna bersiva Îranê heye û kengê bixwaze dikare bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin