Projeya Ava Barzan li ber temambûnê ye

Projeya Ava Barzan li ber temambûnê ye

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Projeya Ava Barzan ku yek ji projeyên herî mezin ên Herêma Kurdistanê ye, wê di meha Îlona îsal de bi dawî bibe û wê pirsgirêka kêmbûna avê ya 51 gundên navçeyên Barzan û Goratû çareser bibe.

Rêveberê ava Barzanê Endezyar Ziyab Miqdad ragihand ku proje li ber temambûnê ye û got: "Ji ber ziwabûna li devera Barzan, Projeya Ava Barzan ji bo herêmê pêwîstiyeke mezin bû.

Ji bo Projeya Ava Barzan ku tê payîn di Îlona îsal de bê temamkirin, 8 milyon dolar sermaye hatibû terxankirin.

Endezyar Ziab Miqdat got: Projeya Ava Barzan, ji bo herêma Barzan û gundên wê yên ku pirsgirêka avê dijîn projeyeke stratejîk e û piştî piroje bi encam bibe, li vê herêmê wê pirsgirêka avê nemîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin