PeyamaKurd – Deriyê bi navê Pazarkule ku di navbera Yûnansitan û Tirkiyê de ye, ji roja 1 ê adara sala 2020 an heya niha ku dike 16 meh, bi sedema deriyê terefê dinê yê aliyê Yûnasitanê yê bi navê Kastanies bi sedema koçberan girtibû, Tirkiyê jî mecbûr mabû yê aliyê xwe bigre.
Piştî 16 mehan dewleta Yûnanistanê deriyê xwe bo hemwelatiyên xwe û yên YA yê vekir. Tîmên paqijiyê yên şaredariya bajarê Edirneyê ya Tirkiyê li ber derî amadekariya paqijiyê kirin û siet di 16.30 an de derî vebû.
Bi sedema vebûna derî, rêya navbera her dû aliyan kurt bû bo çûnûhatê rihetiyeka baş peyda bû.
Heya di navbera Tirkiyê û Yûnansitanê de peyman çêbibe û ewlehiya deqandina Kovid-19 ê bibe, wê hemwelatiyên Tirkiyê nikaribin herin Yûnanistanê. Ev kêşe dibe heya 8 ê tîrmehê dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin