PeyamaKurd - Piştî girtina 15 rojan a ji ber sedemên ewlehiyê û rewşa şer, îro Yekşemê 15ê Adarê tevgera bazirganî û geştiyariyê li deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Başmaxê bi fermî dest pê kir.
Li deriyê Hacî Omeranê, karwanên kamyonan ber bi sînorê Temerçînê yê Îranê ve bi rê ketin da ku kelûpelên wekî amûrên avahîsaziyê, otomobîl û xurekên rojane hawirde bikin. Ev girtina demkî bandoreke neyînî ya aborî li ser jiyana zêdetirî hezar bazirgan û karkerên li herêmê kiribû, lê vekirina deriyan wekî pêngaveke girîng ji bo vejandina bazarê û kêmkirina zirarên aborî tê dîtin.
Li aliyê din, li deriyê sînorî yê Başmaxê jî tevger bi temamî asayî bû û amadekariyên îdarî yên li parêzgeha Silêmaniyê hatine temamkirin.
Rojane zêdetirî 500 kamyon di vî derî re derbas dibin û kelûpelên pêdivî digihînin bazarên Herêma Kurdistanê. Herwiha hat ragihandin ku deriyê Seyranbenê jî hatiye vekirin û ev yek ji bo her du aliyan, bi taybetî ji bo aboriya Îranê ya di dema şer de, xwedî girîngiyeke mezin e. Bi vî awayî, hatin û çûna geştiyar û bazirganan careke din vegeriya rewşa xwe ya asayî.