PeyamaKurd – Melayê Tirk ê Ayasofyayê Mehmet Boynûkalin, di derbarê bilindbûna Dolar li hember Lîreyê Tirkî çend peyam belav kir û got, Xwedê me ji ezmûnekê derbas dike, sebir bikin.
Melayê Ayasofya, yê ku ji ber zêde li siyasetê fikrên xwe dibêje û ji ber wê tê rexnekirin, li ser bilindbûna Dolar jî bêdeng nema û bertek nîşan da.
Mehmet Boynûkalin, ji Sûreya Bakara çend ayet parve kir û got: ‘‘Weke beriya niha sed salan, em berxwedana serxwebûnê didin li hemberî 7 duwêlan. Bi terorê, bi şerê aborî êrîşî me dikin. Ya ji me tê, bi sebir em berxwedana xwe berdewam bikin. Xwedê zewalê nede dewlet û millet. Xweda wê bibe alîkarê yên di rêya wî de.’’ <
>Bundan yüz yıl önce olduğu gibi istiklal mücadelesi veriyoruz yedi düvele karşı. Terörle, ekonomik savaşla vs. üzerimize geliniyor. Bize düşen sabırla mücadeleye devam etmektir. Allah millete, devlete zeval vermesin. Yolunda olanlara Rabbimiz yardım edecektir.
— Mehmet Boynukalın (@M_Boynukalin) March 22, 2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin