PeyamaKurd – Li demeke ku hem li derve hem jî li nav Tirkiyê paşketina daraz û demokrasiya Tirkiyê di van çend salên dawî de tê axaftin de, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro 2yê Adarê, Plana Xebatê ya Mafên Mirovan a ji bo di nav 2 salan de were bicihkirin, eşkere kir.
Serokomar Erdogan ragihand ku ew êdî naxwazin hemwelatî ji bo wergirtina îfadeyên xwe bêne binçavkirin û girtin û dawî li binçavkirinên derveyî saetên mesaîyê li cihên wekî otelan tînin.
Erdogan got ku eşkerekirina Plana Xebatê ya Mafên Mirovan nîşaneya berdewamkirina îradeya wan a guherîn û reformê ye û diyar kir; Dadgeha Destûra Bingehîn bêhtir tê çalakirin, dema biryarên Komisyona Tezmînata Mafên Mirovan bêyî serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn tê kurtkirin û Komîsyoneke Şopandina Mafên Mirovan ya Saziyên Ceza û Înfazê ya serbixwe jî tê avakirin.
Erdogan herwiha ragihand ku ji bo beşdariya demokratîk zêde bibe, di rêziknameya partiyên siyasî û hilbijartinê de guherîn çêbe ew xebateke berfireh didin destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin