PeyamaKurd – Parlamentar û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê li ber avahiya Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Parlamentarê Mêrdînê û Wekîlê Koma HDPê li parlamentoyê Mithat Sîncar li ser YSKê daxuyanî da û got, ew dê li cihên ku bi hinceta KHKê (namzedên bi Biryara Hikmê Qanûnê ji kar hatine dûrxistin) mazbeteyên şaredariyê nayên dayîn, ji bo dubarekirina hilbijartinê serlêdanê bikin.
Hêjayî gotinê ye, YSKê doh 10ê Nîsanê biryarek derxist ku kesên berê bi KHKyan ji kar hatibûn dûrxistin qezenc jî kiribin nikarin bibin şaredar û mazbeteyên wan dabûn namzedên di hilbijartinê de bûne duyemîn.
Li gor biryara YSKê li 3 navçeyên Wanê yên Tuşba, Edremit, Çaldiranê, li Erzeromê navçeya Tekmanê û li Qersê jî li beldeya Dagpinar a navçeya Dîgorê digel ku namzedên HDPê ser ketine jî dê mazbeteyê bidin namzedên ketine rêza duyemîn.
Li aliyê din li bajar û navçeyên din jî ji 70 şaredariyên HDPê qezenc kirine heta niha tenê mazbeteyên 19an hatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin