PeyamaKurd- Erdheja ku li Endonezyayê çêbû bû sedem ku gelek kes bimrin û gelek kes jî bê cîh û war bimînin. Herî dawiyê di bin xaniyê dêrê de cesedên 34 heb xwendevan hatin dîtin û bi wan re jimara miriyan giha 1234 kesî.
Ragihandina rêjeyê ji aliyê Rêxistina Afatê ya Endonezyayê de hat kirin. Erdhej roja înê çêbû û hêjî dengvedana wê dewam dike û wê gelek wext bigre. Defna miriyan bi xwe mijareka gelek mezine û hukumet wê miriyan bixe gorên komkî û piraniya cenazeyan li bajarê Paluyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin