Çapemenî xwe li ber Trump nagire

Çapemenî xwe li ber Trump nagire

PeyamaKurd- Kovara “Weekly Standard” ku kovareka der dora muhafazakarên Amerîkayê ye, bi sedema nebûna pera hat girtin. Li ser biryara girtina kovarê serokê Amerîkayê Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de weha got:

“Kovara reben û guneh ya ku ji aliyê kahîn Bill Kristol de tê îdarekirin, ya bi navê Weekly Standard a sextekar, bê pere ma û ji sektorê derket. Gelek xerab e. Bila rihê wê şad be.”

Rêvebirê kovarê yê giştî Bill Kristolê ku xwe “Muhafazakar, serbixwe û li dijî Trump” dinavîne, do beyanek da û got ku wê kovar bê girtin. Kovar di sala 1995an de ji aliyê Kristol û Fred Barnes de hatibi derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin