Ji Elawî daxuyanî: Me bi Rêzdar Mesûd Barzanî re 2 meh berê li hev kir

Ji Elawî daxuyanî: Me bi Rêzdar Mesûd Barzanî re 2 meh berê li hev kir

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymana Weteniye ya Iraqê Eyad Elawî ragihand ku wan du meh berê li ser serokwezîrtiya Mustefa Kazimî bo hikûmeta nû ya Iraqê li hev kiriye.

Elawî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê navê Serok Barzanî jî etîket kir û got, me bi Rêzdar Mesûd Barzanî re li ser namzedkirina Kazimî bo serokwezîrtiya Iraqê li hev kiriye.

Elawî wiha got:

“Du meh berê em bi Rêzdar Mesûd Barzanî re li ser kandîdkirina Mustefa Kazimî bo avakirina hikûmetê li hev kir. Piştî windakirina demê Kazimî îro hat raspartin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin