Pence: Em dê pistgirîyê bidin Îraqê

Pence: Em dê pistgirîyê bidin Îraqê

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bi serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî ra peywendîyeke telefonî encam da. Pence di wê peywendîya telefonî da ji Evdilmehdî ra got, ji bo tunekirina DAIŞê ew dê piştgirîya Îraqê bikin.

Pence li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê peywendîya telefonî da daxuyanîyek da. Pence di daxuyanîya xwe da got, “Amerîka ji bo tunekirina DAIŞê û baştirkirina rewşa pêkhateyên xiristiyan û êzidîyan dê piştgirîya Îraqê bike.”

Ji alîyên din ve Pence ji ber xurtkirina têkiliyên Amerîka û Îraqê spasiyên xwe pêşkêşî Evdilmehdî kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin