PeyamaKurd - Serokê Partiya Ume ya Iraqî Mîsal Alosî got ku sîstema federalîzmê li Iraqê şikestin aniye û divê ber bi sîstema konferderalîzmê biçin. Alosî dibêje, partiyên Şîe di birêvebirina Iraqê de têk çûne.
Mîsal Alosî beşdarî bernameyeke K24ê bû û li ser pirsgirêkên pêkanîna hikûmeta nû got, “Destêwerdan di pêkanîna hikûmeta nû de tê kirin. Ji sala 2003yan ve partiyên Şîe di birêvebirina Iraqê de şikestin anîne, ji ber wê divê Iraq ji sîstema federalîzmê ber bi sîstema konfederalîzmê biçe.”
Misal Alosî ragihand, “Heta niha li ser nasnameya Iraqê di nakokiyan de ne, nizanin nasnemeya vî welatî çi ye, Iraq ji aliyê welatên cîran ve bûye meydana milmilaneyên tund.”
Serokê Partiya Ume diyar kir: “Iraq welatekî têkçûyî ye. Gelê Iraqê ne razî ye û rabûye ser xwe. Pirsgirêk di heykelê hikûmetê de heye. Giriftên aborî û xizmetguzariyê hene. Niha dema wê hatiye, em hes bi wan metirsiyan bikin.”
Serokê Partiya Ume ya Iraqê di berdewamê de got: “Desthilatdarên Bexdayê pêş û piştî 2003yan, dixwazin Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê be. Ew netewa Kurd naxwazin, belkû tenê xaka wê dixwazin, ev jî cihê sersamî û tênegihîştina ji hevpariyê ye.”
Alosî bal kişand ser rêkar û rênimayên Herêma Kurdistanê ên rûbirûbûna vîrusa korona û destnîşan kir, “Divê Iraqê sûde ji ezmûna Herêma Kurdistanê wergirtiba, ku çawa Hikûmeta Herêmê rûbirûyî vîrusê û qeyranan dibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin