Otomobîl li otobusê xist û bû dû cîh: 1 mirî û 2 birîndar

Otomobîl li otobusê xist û bû dû cîh: 1 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Bîngolê (Çapaqçûrê) li navçeya Kanîreşê ( Karlıova) bi sedema rê şematek bû, otomobîlekî ji kontrola ajotvan derket û li otobusê xist. Otomobîl bû dû cîh û ajotvanê otomobîlê di cîh de can da û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza ber destê êvarê li ser rêya Çapaqçûr û Erzeromê çêbû. Ajotvanê candayî piştî lêkolînê cenaze wî birin morga nexweşxanê û tîmên tenduristiyê di ambûlansê de mudaxeleyê her dû birîndaran kirin.

Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin