PeyamaKurd - Girtiyên PKKyî ku bi hinceta rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan piştî Parlamentara Colemêrgê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn, îro piştî xwendina nameya Ocalan ji aliyê parêzerên wî ve dawî li çalakiya xwe anîn.
Li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de Denîz Kaya daxuyanî da.
Kaya, destnîşan kir ku ew greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê bi dawî dikin.
Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJKê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ew dawî li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin