Li Meresê ji her du kesan kesek bi koronayê ketiye

Li Meresê ji her du kesan kesek bi koronayê ketiye

PeyamaKurd – Odeya Tabîban a bajarên Mereş (Gumgum) ê Bakurê Kurdistanê ragihand ku li bajêr ji her du kesan kesek bi vîrusa koronayê Covid-19 ketiye.

Serokê Odeya Tabîbên Mereşê Lutfî Tiyeklî bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku zêdebûna pêketinên koronayê di mehên Cotmeh û Mijdarê yên 2020an de gihîştiye lutkeyê û heta niha ji her du kesên li nav bajêr dijîn kesek ji wan bi vîrusê ketiye.

Tiyeklî bal kişandiye ser ku niha hejmara pêketinan ji ber tedbîran kêm bûye, lê dîsa jî hişyarî daye ku xelk pabendî rêkarên tenduristiyê bibe daku careke din belavbûn zêde nebe.

Serokê Odeya Tabîban diyar kiriye ku ew bawer dikin ku hejmara pêketinan niha gihîştiye ji sedî 50yê şêniyên bajêr ku niha jî bi rêjeyeke cidî kêm bûye û girîngiya proseya derzîkirinê bibîr xistiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin