PeyamaKurd- Hate ragihandin ku komên çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê niha hewl didin, rêya gihandina alîkariyên Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê qut bikin, bigihîjin bajarê Hesekeyê û zindana Senaeyê jî bişkînin.
Li gorî çavkaniyên nêzîkî zindana Senaeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemû derdora bajarê Hesekeyê belav bûne û rêyên wê yên sereke kontrol kirine, nexasim jî derdora zindana Senaeyê bi hêzeke baş a şervanan diparêzin û rêkarên ewlehiyê yên tund bi cih tînin, da ku li hember her êrîşeke hêzên Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî Şamê bisekinin.
Li gorî zanyaran, hêzên Şamê, tevî agirbestê jî, ev du roj in ku li aliyê gundên Sefa û Çil Axayê bizavê dikin ku derbas bibin û xwe bigihînin zindana Senaeyê ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de girtî ne.
Herwiha, çekdar dixwazin her du rêyên sereke yên Hesekeyê kontrol bikin da ku rê li gihandina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê bigirin.
Li gorî zanyariyan nêzîkî 11 hezar endamên DAIŞê li zindana Senaeyê hene.