PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul E. Funk û şanda dîplomatîk û eskerî ya ligel wî kir.
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul E. Funk û şandeke eskerî û dîplomatîk ji Amerîka civiyan, herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.
Di hevdîtinê de şanda mêvan, hevkariya di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand û tekez kir li ser berdewamiya pêşkeşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirinê li serhildana tundiyê.
Şanda Amerîkî destxweşî li Hikûmeta Kurdistanê kir ku ji ber de kariye bi diyalogê beşek ji pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bike û hêvî kir ku gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê berdewam û berfirehtir bibin. Herwiha behsa karên xwe ligel Wezareta Pêşmerge kir ku heta niha karên wan bi başî birêve diçin û berdewam in.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya rola hêzên Hevpeymanan kir bi taybetî jî rola Amerîka di alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û berdewamiya wan alîkariyan jî bi pêwîst da zanîn û tekez kir li ser giringiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de. Serokwezîrê Kurdistanê herwiha spasiya piştgiriya Amerîka kir li ser çêkirina zemînesaziyê bo destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê û hêvî kir ku diyalog berfirehtir û cidîtir bibe.
Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka rewşa ewlehî ya navçeyê û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin