Dê Tirkiye kengê ji Sûriyê derê?

Dê Tirkiye kengê ji Sûriyê derê?

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar li qewimandinên Sûriyê di Tv ya CNN ê de,bi bernameyekî yek bi yek şiroveyan kir û di mijara wextê derketina ji Sûriyê de got:

“Wê destûra Sûriyê bê amadekirin, hilbijartin bên kirin, wê rêvebiriyeka rewa bê serî, wê bibe dewleteka demokrat, herkes ciyê xwe bibîne û em ê jî ciyê xwe bigrin.”

Li ser mjara ku Tirkiyê terefê xwe guhertiye, Akar got ku ew endamê NATO yê ne, teref neguhertine û berpirsiyarên wan hene. Akar behsa lihevkirina Soçiyê kir û xwest ku herkes li gor lihevkirinê divê Sûriye tevbigere, eger nebe, wê bi zorê agirbes çêbibe. Êrîşên rejîmê dibe sedema koberiyê û di encamê de wê Ewrûpa û Amerîka jî ji koçê bandorê bigrin.

Akar got ku niyeta wan tine ye bi Rûsyayê re lihevbikevin û armanca wan rawestandina koçê ye, agirbesa rejîmê ye û rêlibergirtina redîkalîzmê ye. Akar di mijara Patriotan de peyam da û weha got:

“Amerîka bi awayeka leşkerî bi xwe daneketiye sehayê. Bataryayên parastina hewayî bo me şandin. Li dijî welatê me tehdîda hewayî û fuzeyan heye. Dibe ku desteka Patriotan be. Sekreterê giştî yê NATO yê gelek beyanan da. Dibe ku hinek teşwîqên wan derin holê.”

Akar di mijara S-400an de agahiyan da û got ku S-400 hatine Tirkiyê, pêvajoya perwerdeya wan dewam dike û dê di baharê de bên danîn.

Akar di mijara F-35an de got ku ew hevkarê F-35a ne, ne muşteriyên wan in. Li dora hezar perçeyên wan li Tirkiyê tên hilberîn û hilberîn dewam dike. Tirkiye sîparîşên xwe daye, perê xwe daye û Trump jî teyîda mijarê dike û dibêje bo çi malê Tirkiyê nadin Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin