Li Iraqê 33 tûsbûyên din eskere bûn, li Kurdistanê jî 9 kes bas bûn

Li Iraqê 33 tûsbûyên din eskere bûn, li Kurdistanê jî 9 kes bas bûn

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de,  33 haletên nû yên tûşbûna bi Covid-19 li tevahiya parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin. Herwiha Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku 9 kesên din ji tûşbûyên vîrusa korona baş bûne û hejmara kesên heta niha baş bûne gihîştiye 22 kesan.

Rêjeya tûşbûyên Covid-19 li gorî parêzgehan:

Bexda: 7, Necef: 2, Besra: 1, Neynewa: 1, Silêmanî: 12, Hewlêr: 10 halet.

Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku 3 kes jî ji nexweşînê mirine ku ew jî li Bexda, Besra û Dîyala ne.

Di 24 demjimêrên borî de, 5 kesên din baş bûne ku 3 li Bexda ne, yek li Mîsan û yek li Kerbela ye.

Li Iraqê hejmara tûşbûyan gihîşt 266 kesan û hejmara kesên can dane jî gîhişt 23 kesan ku heta niha 62 kes baş bûne. Ji wan 266 tûşbûyên Covid-19 76 kes li Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin