WhatsApp a Kurdî hat!

WhatsApp a Kurdî hat!

PeyamaKurd - Xortê Kurd Gernas Nenas bi sepanekê zimanê Kurdî li WhatsAppê zêde kir ku êdî bikarhêner dikarin bi Kurdî bikar bînin.

Gernas Nenas beriya niha li ser hesabê xwe yê Twitterê (@Zimanzan) ragihandibû ku di demeke nêzîk de, WhatsApp dê bi Kurdî jî were bikaranîn û xebatên wî gihîştine encamê.

Nenas beriya ku bernameya bikaranîna bi Kurdî ya WhatsAppê amade bike, serî li rêveberên WhatsAppê daye, lê nehatiye qebûlkirin.

Wî jî bi rêbazeke cuda li ser Google Playê Kurdî li WhatsAppê zêde kiriye û niha bikarhêner dikarin wê bernameya sohbet û peyaman ku 1 milyar însan li seranserê dinyayê bikar tîne, bi Kurdî jî bikar bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin