PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman ragihand ku lazim e Beşar Esed Îranê ji welatê xwe derxe.
Li gor xebera rojnameya Jerusalem Postê, Lîbermanê ku Girên Golanê ziyaret kir got piştî ku teyareyên şer ên Îsraîlê çarşema borî êrîşî hedefên Îranê yên li Sûriyê kirin tansiyon hê neketiye.
Lîberman got Îran di ser Sûriyê re çekên pêşketî digihîne Hizbullahê û ev demeke dirêj e ku Îsraîl diyar dike ji hebûna Îranê ya li Sûriyê aciz e.
Lîberman got Îranê sîstemên hewayê yên pêşketî û menzila wan dirêj in şandiye Sûriyê û wiha axivî: "Heke li dijî Îsraîlê yek di amadehiya êrîşê de be, plan bike ku fuzeyan bişîne Îsraîlê em her tim diceribînin ku beriya ew li me bixin em li wan bixin."
Lîberman peyam da rejima Esed jî û wiha got: "Îraniyan ji welatê xwe derxe. Ew bi kêrî te nayên, zirarê didin te. Hebûna wan bi tenê pirsgirêkan derdixe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin