PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do bi vîdeoyekê Roja Navdewletî ya Ciwanan pîroz kir.
Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, 12 Tebaxê weke Roja Navdewletî ya Ciwanan hatiye destnîşankirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo vê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir.
Di vîdeoyê de, Serokwezîr weke pesindana rola ciwanên Kurdistanê di avakirina welatê xwe de, şiyana ciwanan a di warên zanistî, hunerî, rewşenbîrî û dabînkirina asayîş û aramiyê de ji bo xelkê Kurdistanê aniye ber çavan û bal kişandiye ser bandora wan.
Yek ji wan warên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vîdeoyê de balê dikşîne ser wê, rola ciwanan di parastina civak û xweparêziya ji vîrusa Koronayê de ye, ku li gor amarên fermî yên Wezareta Herêma Kurdistanê, ji destpêka derketina vê vîrusê ve li Herêma Kurdistanê heta îro 5000 welatiyan can dane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vîdeoyê de ciwanên Kurdistanê weke "Siberoja Kurdistanê" bi nav dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin