Mesrûr Barzanî navenda herî pêşketî ya ciwanan vekir

Mesrûr Barzanî navenda herî pêşketî ya ciwanan vekir

PeyamaKurd - Di çarçoveya girîngîdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nifşê nû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 10ê Hezîranê navenda ciwanan li ser asta cîhanê ya herî mezin û pêşketî vekir.

Ev navenda nûjen ku xwedîtî û birêvebirina wê ji aliyê saziya “Kurdistan Foundation”ê ve tê kirin, wekî projeyeke stratejîk û tevgir hatiye sêwirandin daku jîngeheke guncayî ji bo fêrbûna şarezayiyên nû ava bike.

Serokwezîr Barzanî piştî vekirina navendê, di deftera bîranînan de peyameke watedar tomar kir û nivîsî: "Ciwan hêviya îro û serkirdeyên paşeroja gelê me ne."

Serokwezîr Barzanî, ev destkeftina girîng li hemû ciwanên Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Standardên navdewletî

Ev navenda pêşketî bi sîstemeke navdewletî û bi bilindtirîn standardên cîhanî wê bê birêvebirin daku platformekê ji bo pêşxistina warên teknolojî, karsazî û perwerdeya pîşeyî ava bike.

Di qonaxa xwe ya ceribandina destpêkê de, navendê kariye bala hejmareke pîvankî ya ciwanên afirîner bikşîne û niha zêdetir ji hezar û 400 endamên wê yên qeydkirî hene. Di vê heyama kurt de, binkeyê pêşwazî li 129 hezar serdanvanan kiriye û di pirtûkxaneya wê de zêdetirî ji 12 hezar pirtûkên di warên cihêreng de cih digirin.

Xala herî balkêş a vê projeyê ew e ku ji bo nehîştina alozî û zehmetiyên aborî, tevahiya xizmetkariyên perwerdehî û civakî yên vê navendê bi awayekî belaş û bêberamber pêşkêşî ciwanan tên kirin.